KurdWatch
 

Bi nûçenameya me agahdar bimîne
E-Maila te

qeydkirin
derketin
 
 

Salih Mislim Mihemed, serokê PYD:

»Em serbest û serbixwene, û stratejiya me ya taybet heye«

KURDWATCH, 4ê hizêrana 2013ê – Salih Mislim Mihemed (jidayikbûn 1951, endezyarê kîmyayê, zewicî, pênc zarok) ji 2010ê ve serokê Partiya Yekîtî ya Demokrat (PYD) ye, şaxê sûrî yê PKK. Di hevpeyvînekê de bi KurdWatch re wî nerînên xwe nîşan dan, herweha li ser têkiliya di nav PYD û rêjîma sûrî de axivî.


KurdWatch: Protokolek ya Muxaberata Hêzên Ezmanî ya 3ê ҫireya paşîna 2011ê di dest KurdWatch de heye, ku di wê de hatiye nivîsîn, ku hun herweha Komîteya Tensîqê ya Niştimanî ya Hêzên Guhertina Demoqrat ne herifandina rêjîmê, lê serrastkirina (reformkirina) wê dixwazin. Herweha gotinên we wisa tên rêzkirin, ku hûnê Beşar Al-Assad hilbijêrin eger ew careke dî bibe namzedê hilbijartinan.
Salih Mihemed Muslim: Ev ne raste. Ji 17ê îlona 2011ê ve PYD herifandina rêjîmê bi hemû simbolên wê dixwaze.

KurdWatch: Ango ew jî neraste, ku we gotiye, hunê ji Kurdan daxwaz bikin ku serokkomar hilbijêrin, eger ew careke dî bibe namzed.
Salih Mihemed Muslim: Na, min tiştekî wisa negotiye.

KurdWatch: Li cihekî dî gotinên we wisa tên rêzkirin, ku hun ne şebîheyên rêjîmê ne û ne alavekin li dijî Turkiyê, lê têkiliyên we yên stratecî hene.
Salih Mihemed Muslim: Na, min negotiye, ku têkiliyên me yên stratecî hene bi rêjîmê re. Lê em hertim dibêjin, ku em ne şebîha ne, û ne alavekin di destê ti kesî de li dijî ti kesî. Em azad û serbixwe ne, û stratecîya me ya taybet heye. Em di 2011ê de tenê parҫeyek bûn ji Komîteya Tensîqê ya Niştimanî ya Hêzên Guhertina Demoqrat, em li Şamê bûn, me hingî têkilî bi kesî re nedanîn, ji bilî bi partiyên kurdî re.

KurdWatch: Di demeke dî de têkiliyên we bi rêjîmê re hebûn?
Salih Mihemed Muslim: Na, berî 2011ê li min digeriyan. Ti têkiliya me bi rêjîmê re qet tinebûn. Komîteya Tensîqê ya Niştimanî ya Hêzên Guhertina Demoqrat hevdîtinek bi serokkomar re ji ber êrîşa leşkerî red kir.

KurdWatch: Baweriya we bi gelek komên ҫekdar yên li dijî rêjîmê şer dikin nayê, nemaze gava tematiyên wan li deverên kurdî hebin. Di heman demê de PKK û serokê wê Ebdula Ocelan demek dirêj piştgirî ji rêjîmê distandin. Ma berjewendî yên we û berjewendî yên rêjîmê niha jî ne wek hevin?
Salih Mihemed Muslim: Bingehê ku tu li ser wê ava dike şaşe. PKK ti carî ne li aliyê rêjîmê bû. Ez bi xwe kêfa min ji PKK re dihat, min serok Ocelan jî gelek caran dît, serok hertim digot, ku têkiliyên me bi rêjîmê re mîna siwarbûna li şêrekî ye. Eger tu bikevî, eger tu şaşiyekê bikî, tê winda bibe. Wî digot, ku em bi vî hawî bi rêjîmê re didin û distînin. Loma nerîna piştgiriya rêjîmê neraste. Ez dikarim nimûneyên dî jî bêjim, wek nimûne, cîgeha leşkerî ya Masûm Korkmaz li Deşta-Biqa li Lubnanê. PKK cîgeh bi tena xwe kirbû bin destê xwe de, kesî ew cih nedabû de. Rêjîmê tenê tiştek da bû PKK: Sûriyan gotin, li vir heftê û du nivîsgehên Tevgera Azadkirina Felestînê hene, em dikarin tenê nivîsgehekê bidin we, lê bi şertê ku hun li Sûriyê xebatê nekin. Û ma tenê ev şert, lê li gel wê jî endamên PKK ҫûn nav gel, ew ҫalak bûn û ew ketin zindanan de jî. Ez bi xwe yek ji van girtiyan bûm, ez di hemû zindanên muxaberatên sûrî de bûm, nivîsên min li ser dîwarên zindanan hene. Bi hezaran kesên me hatin girtin, mirov zulmê dike eger bêje piştgirî ji rêjîm distandin. Mirov hukum bike tişteke, lê rastî tiştekî dîye. Lê dîsa têkiliyek di nav Sûrî û PKK de hebû, ku herdûkan berjewendî jê werdigirt. Ev hemû piştî Peymana Adana [di nav Sûrîye û Turkiyê de] ya sala 1998 li erdê ketin. Piştî peymanê her şervanek, yê ku birîndar ji ҫiya [ji Turkiyê] dixwest vegerê, dihat girtin û ew radestî Turkiyê dikirin. Du sed endamên PKK dan Turkiyê. Endamekî tenê jî yê PKK li Sûriyê nema. Hevaltiya Esed bi Turkiyê re li ser pişta Kurdan bû. Dûv re ji me re gotin, ku şaşiyên 1990an [hevkariya bi PKK re] ê neyên vegerandin. Piştî ku me 2003ê PYD damezirand, em ta 2011ê di zindanan de bûn, di qebwan de bûn, me şehîd dan li hemberî rêjîmê. Bê guman tu dikarî van hemû tişan jibîr bikî û bêjî mr bi celadên xwe re hevkarî kiriye.

KurdWatch: Û herdû salên ҫûyî? Têkilî û berjewendiyên hevbeş tinebûn di nav PKK û rêjîmê de? Wek nimûne, ҫi bû meseleya şerên ku dihat gotin ku li Gir Zîro ҫêbûn [agahiyên bêhtir vir bitikîn]. Nêzîkî sê sed leşkerên sûrî hatibûn dorpêҫkirin ji aliyê şervanên YPG ve, pevҫûn hebûn, li dawiyê leşkeran dev ji cih berdan û we jî zeviyên petrolê kir bin destên xwe de. Lê bi rengekî balkêş di herdû aliyan de ti kuştî tinebûn, hêzên sûrî yên ezmanî tiştek nekir ji bo piştgiriya hêzên xwe yên bejî. Ҫibû rastiya meseleyê?
Salih Mihemed Muslim: Bihêle ez rastiya ҫîrokê bêjim. Gir Zîro devereke stratêjî ya giringe, me dixwest ku yekîneya sê sed leşkerî dev ji wir berde, loma me embargo li ser wan danî. Ez bi xwe li wir bûm, ez bi ereban re rûniştim, bi serokeşîran re. Me ji wan re got, em li dijî wan şer nakin, me tenê dixwest ku leşker herin. Me karî ereban bikşînin aliyê xwe û loma em bi ser ketin. Lê gava hun bêjin ti kes nahtiye kuştin, ev ne raste. Zabitek hat kuştin, yên dî di bin embarogo de bûn, û eşîrêk ku xwestin arîkariya wan bikin şikestin. Gava hun bêjin pevҫûnên leşkerî tinebûn, kes nehatiye kuştin û rêjîmê êrîş nekir, ev neraste.

KurdWatch: Bo ҫi rêjîma sûrî, di serî de hêza sûrî ya ezmanî, piştgirî neda leşkerên xwe di cihekî wisa giring ji hêla stratejî de? Ҫima leşkerên we ji ezmanan ve nehatin bombebarkirin?
Salih Mihemed Muslim: Rêjîmê ji ezmanan ve êrîş nekir, ji ber ku wê ne dikarî, em bi Erebên herêmê re yek bûn, ewê ji ezmanan ve ҫi bombebaran bikin? Rêjîmê ji destpêkê ve nedixwest deverên kurdan bombebaran bike, rêjîmê sala 2004ê dît bê Kurd ҫi dikarin bikin. Ҫima rêjîm ê eniyeke nû veke?

KurdWatch: Di şibata 2012ê de li kobaniyê êrîşeke PYD li ser navenda hêzên sûrî yên ezmanî hebû, wê demê zabitek hat kuştin. Rêjîmê qet bersiv neda, ne bi rengekî leşkerî û ne jî bi girtina ҫalakvanan, li gel ku Kobanî wê demê di bin kontrola wê de bû. Bo ҫi?
Salih Mihemed Muslim: Weke min niha got, rêjîm naxwaza li dijî Kurdan şer bike û eniyeke nû veke. Rêjîm dizane kî pê re şer dike. Kurd bi alavên demokrat û aştiyane şer dikin, rêjîm dizane ku Kurd ne endamên Ixwana ne, yan yên Cebhet El-Nusra, Kurd têkiliyan bi Turkiyê re nadeynin, Kurd naxwazin Elewiyan tinebikin.

KurdWatch: Em herin astengiyên di nav we û YPG li aliyekî û Encumena Niştîmanî ya Kurdî li aliyê dî. Gelek kiryarên YPG didin xuyakirin, ku ew fermanên wê ne ji aliyê Desteya Kurdî ya Bilind tên. Gelek ragehandinên partiyên endamên Encumena Niştîmanî ya Kurdî vê yekê piştrast dikin. Gelo YPG serbixwe ye yan di bin Desteya Kurdî ya Bilind de ye?
Salih Mihemed Muslim: Hin biryar hene, ku ji mafê YPG ne, hin biryarên din ji mafê Desteya Kurdî ya Bilind in. Wek nimûne eger êrîşek li dijî YPG ҫêbû, ew mecbûrin, li ber xwe bidin. Herweha hin mesele hene, ku ji mafên Komîteya Taybetin.

KurdWatch: Wek nimûne em êrîşa li ser Basûta, Burc Evdalo û Kîmar bibin [agahiyên bêhtir girêdayî mijarê]. Ma ji mafê YPG ye êrîşeke wia berfereh li ser gundên kurdî bike?
Salih Mihemed Muslim: Ev êrîş ji mafê YPG bû, lê rastî, ew Asayiş bûn. Wê demê du endamên Asayiş hatin revandin. Asayiş dûv wan ketin, xwest endamên xwe biparêzê. Kesên ew ravandibûn fîşek teqandin, hin kes birîndar bûn, Asayiş mecbûr ma wan dorpêҫ bike û kesên ku teqandin bigre.

KurdWatch: Kesên girtî hatin berdan?
Salih Mihemed Muslim: Gava Turkiyê herdû endam berdan, hemû kesên dî jî hatin berdan.

KurdWatch: Em hûrgiliyan hinekî ji bîr bikin û vegerin pirsên bingehîn: Mafê Desteya Kurdî ya Bilind heye ku biryaran li ser YPG û Asayiş icbar bike?
Salih Mihemed Muslim: Erê, bêguman. Desteya Kurdî ya Bilind dikare biryaran li ser YPG û Asayişê icbar bike.

KurdWatch: Di dema ҫûyî de gelek caran wisa ҫêbû ku YPG / Asayiş di xwenîsandanan de bi ezmanan ve gule barandin, hin caran kuştî û birîndar hebûn. Tişên wisa bûne teqrîben parҫeyek ji jiyana rojane – li dijberî ҫil salên ҫûyî, di dema rêjîma baas de. Gelo ev zahîreke başe?
Salih Mihemed Muslim: Qisûre nenerein, lê rengê ku hun tiştan şirove dikin ne di cihê xwe de ye. Her rûdanek û sedemên wê hebûn. Eger tu qala Amûdê dikî [agahiyên bêhtir girêdayî mijarê]: xuyaye ku li wir endamên Asayiş birîndar bûn, ma van bi xwe xwe birîndar kirin? Yan tu behsa Kobaniyê dikî [agahiyên bêhtir vir bitikîn]? Li ti derî êrîş li ser xwenîşanderan ҫênebûye, lê xwenîşandan ҫekdarin. Kesên ҫekdar rêberiya xwenîşandanan dikin û dixwazin astengiyan ҫêkin, ma tê ҫi bikî? Ew ҫekan didin xelkê, ma berî ҫend rojan ҫi ҫêbû li Amûdê? Hinek dibêjin we destpêkê ҫek bilind kirin lê xwenîşanderan li ser me fîşek teqandin. Asayiş dûvre fîşek teqandin ji bo ku xelk belav bibin.

KurdWatch: Ango Asayiş hertim bergiriya xwe dikir?
Salih Mihemed Muslim: Aramanc ne ewe ku xwenîşandan belav bibin. Gava xwenîşandanên wan ne ҫekdar bibin, bila hezarên xwenîşandanan ҫêkin. Dûvre Asayiş kîne? Hun dibêjin »YPG, yan Asayiş yên PYD«, lê Asayiş ne girêdayî PYD ne. Asayiş ji sedên akademiyan derketine, ev ne yê PYD ne.

KurdWatch: Ango Asayiş serbixwe ye?
Salih Mihemed Muslim: Ne serbixwe ye, hin alî hene, ku YPG/Asayiş girêdayî wa ne, ew girêdayî Desteya Kurdî ya Bilindin. Dibe ku li desptêkê PYD hinekî arîkar bû, lê dûvre komîteyên taybet ҫêbûn û ew hew man girêdayî PYD.

KurdWatch: Em herin mijareke dî, êrîşên medyayî di nav we û partiyê Yekîtiya Siyasî de.
Salih Mihemed Muslim: Me ti êrîş li dijî kesî destpê nekirne, tiştê bûyî, carek dido, sisê, deh tişt ketin ser hev û me ragehandinek derxist, me ti êrîş destpê nekirine. Astengiyên me hene, lê emê wan di Desteya Kurdî ya Bilind de ҫareser bikin. Em naxwazin cudahiyê bikin di nav wan de, eger Partiyê Yekîtiya Siyasî yan yên din.

KurdWatch: Hêvîyek heye ji bo nêzîkbûnê? Li gor peymana Hewlêrê gereke hemû yekîneyên ҫekdar bibin yek.
Salih Mihemed Muslim: Em jî vê yekê dixwazin û saat bi saat ji bo vê armancê kar dikin. Lê hin kes hene dixwazin vê yekîtiyê bidawî bikin, ez vekirî dibêjim, hin kes hene, ne partîne, partî tiştekî naxwazin, lê hin kes, em xweş dizanin ew bi kî re girêdayî ne.

KurdWatch: We li dijî komên ҫekdar, yên ku ketin serê kaniyê de şer kir û heta berî demeke kin her kesekî, kurd yan na, ku têkilî bi komên ҫekdar re didanî we ew kes mîna xayin destnîşan dikir. We komên ҫekdar mîna terorîst û el-Qaîda nîşandikir. Niha we bi xwe peyman bi wan re girêdan û nuqteyên kontrolê yên hevbeş li Serê Kaniyê danîn.
Salih Mihemed Muslim: Pirsa te bombekirîye, ew bê bingehek raste, qisûrê nenere lê nuqteya destpêka te şaşe. Ҫi ҫêbû li Serê Kaniyê? Hin hêz ji derve hatin û êrîş kirin – Cebhet el-Nusra û yên din, hin Kurd jî bi wan re bûn. Xuyabû kî peyman imze kir, Hesen Ebdelah bû, ev kîye? Ew endamekî Komîteya Şoreşgêr ya Artêşa Azad ya Sûriyê ya Parêzgeha Hisiҫa ye. Ka li mercên peymanê binerin [agahiyên bêhtir girêdayî peymanê]. Gelê reviya, em dixwazin gel vegere. Peymana me girêda bi Artêşa Azad ya Sûriyê re bû. Cebet el-Nusra û komên dî giş şkestin û revîn û careke dî jî venagerin, me bi van kesan re imze nekiriye.

KurdWatch: Peyman ne bi Cebhet el-Nusra re imze bûye? Ma ne peyman bi wan koman re imze bû, ew komên ku li dijî we şer dikirin û ev Cebhet el-Nusra û hin komên islamî bûn. Ma ҫi ji destê Artêşa Azad ya Sûriyê derdiket?
Salih Mihemed Muslim: Beşek ji Artê Azad bi wan re [Cebhet el-Nusra] şer dikir. Parҫeyek ji Komîteya Leşkerî ya Hisiҫa li aliyê wa bû, ew dibêjin, ku ew poşman bûn û wan dev ji yên din [Cebhet el-Nusra] berdan. Me bi van koman re peyman imze kir û bi nûnerên Hevbendiya Niştîmanî.

KurdWatch: Ango Cebhet el-Nusra niha li Serê Kaniyê nîne? Hin agahî hene ku Cebhet el-Nusra li Serê Kaniyê bi we re kar dike.
Salih Mihemed Muslim: Cebhet el-Nusra? Na, ew ne parҫeyekin ji peymanê. Lê ji ber WYA Cebhet el-Nusra kirine lîsteya terorê de hinek dibêjin ku têkiliyên PYD bi Cebhet el-Nusra re hene. Eger ew teroristan li kû bibînin ew dibêjin PYD aşiqê terorsitane. Ev propagenda Turkiyê ye. Destpêkê wan [Turkiyê] xwestin ku xwîn birje [gava Cebhet el-Nusra rêkirin Serê Kaniyê]. Niha ji ber ew Kom di lîsteya terorê de ye, îca Tirk dibêjin ku em bi wan re hevkariyê dikin.

KurdWatch: Zor sipas ku we dema xwe da me.
Salih Mihemed Muslim: Qisûrê menere, ji ber pirsên te gişkî istifzazî bûn.

30ê adara 2013ê

ShareThis

www.kurdwatch.org -  © 2009 - 2015 [ E-Mail: info@kurdwatch.org ]